Dagirkeran gundê Xalidiye, rêya M4 û gundê Leqleqo topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Eyn Îsayê, û Girê Spî topbaran kirin. Dewleta Tirk duh êvarê êrişî gundên Minbic û Babê kirin.. Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êrişan eşkere kir.

Dagirkeriya Tirk gundê Xalidiyê û rêya M4 ên rojavayê Eyn Îsayê top baran kir.

Danê piştî nîvro jî derdora konê sersaxiyê yê şehîd Rojîn Ehmed Îsa ya li gundê Leqleqo yê rojavayê Girê Spî topbaran kir.

Meclisa leşkerî ya Minbicê: Dewleta Tirk duh 68 top avêtin gundên inbicê

Duh êvarê jî dagirkeriya Tirk êrişî gundên Minbic û Babê kirin..

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê îro bîlançoya êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên 28`ê Kanûnê, eşkere kir.

Navendê ragihand ” 28`ê Kanûnê gundewarên li ser xeta El-Sacûr ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin.”

Navendê diyar kir artêşa Tirk a dagirker gundên El-Eseliye, El-Camûsiye, Um Edese, El-Seyade, El-Dendeniye ên bakurê rojavayê Minbicê ji baregeha El-Yaşlî û El-Kerbeclî topbaran kirin.

Hat gotin nêzî 68 topan li van gundan ketin, her wiha çekên doçka jî hatin bikaranîn.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê eşkere kir dewleta Tirk malên sivîlan û zeviyan jî topbaran kirin.

Back to top button