Li Zapê ji ber hejmara zêde ye kanên qûmê av ji rengê axê diherike

Li Colemêrgê her roja ku diçe hejmara kanên qûmê û xebatên madenê zêde dibin. Jiyana zindiyên li herêmê ji ber vê yekê di xeterê de ye.
Ji ber ku kan ji aliyê leşkeriyê ve tên parastin, ava geliyê Zapê qirêj bûye.

Geliyê Zapê malevaniyê ji gelek cureyên xwemalî re dike, gelek gund hene.

Li ser gelî gelek kanên qûmê hatine avakirin, tu tedbîr ji bo jîngehê nayên girtin.

Ji ber ku tedbîr nayên girtin ava ji rengê axê ji gelî diherike, av jî gelek kêm bûye.

Gundiyên ku li derdora gelî dijîn, nikarin avê bi kar bînin bîrên gelî jî her sal kêm dibin.

Ji derveyî malên qûmê li bajar ji ber operasyonên leşkerî û teqînên ku çêdibin ava bin erdê kêm dibe.

Endama komeleya jîngehêÇîlem Aydin der barê hemû kanên qûmê yên li herêmê de wiha got:

“Kanên qûmê ava vexwarinê jehrî dikin.”

Back to top button