Hêzên rêjîma Îranê êrîşî komek kolber kir, zarokek birîndar bû

Li parêzgeha Sine ya Îranê, hêzên rejîma Îranê êrîşî komeke kolber kir. Di encamê de zarokek birîndar bû.

Li gorî Ajansa Kolber Newsê, duh hêzên rejîma Îranê li herêma Merîwan ya bi ser parêzgeha Sine, êrîşî komek kolber kir û di encamê de koleberek bi navê Armîn Ehmedî yê (17) salî birîndar bû.

Li gorî heman Ajansê, piştî êrîşê xelkê herêmê xwe gihandin zarokê birîndar û ew rakirin nexweşxaneya bajarê Merîwanê.

Back to top button