Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E li dijî êrîşên dewleta Tirk banga tevlîbûna çalakiya ku wê li bajarê Maastrichê yê Elmaniyayê kir.
KCDK-E’yê têkildarî êrîşên dewleta Tirk li ser başûrê kurdistanê û gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek da.
KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Dewleta tirk bi êrîş û gefên xwe dixwaza nasmane û çanda gelê kurd tune bike.
Ji ber vê yekê niha dest bi polîtîkayên dagirkirinê kiriye.
Lê tekoşîna gelan a di çarçoveya neteweya demokratîk de didome.
Îro bi hêza kurdan cîhan bi aramî dijî, bi têkbirina DAIŞ’ê re xeteriya herî mezin li cîhanê rabû.
KCDK-E li dijî operasyonên qirkirina siyasî û qeyûman bang li gelan, jin û ciwanan kir ku 21’ê Îlonê li bajarê Maastrichê yê Elmaniyayyê bigihêjin hev û jiyana azad bi hev re ava bikin.