Reqa: Bi hezaran kes ji bo piştgiriya QSD’ê meşiyan

Şêniyên Reqayê hewldanên QSD′ê yên pêkanîna Ewlehî û Aramiyê ya li herêmê bi meşeke girseyî silavkirin.

Bi hezaran kes li pêş avhiya meclisa giştî ya bajêr kom bûn û alên QSD′ê û wêneyên şehîdên Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ hildan.

Meş ji pêş avahiyê heta Çerxerêya Ne’îm dewan kir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Semîra El Ebid axivî û got:

“Ji bo soz û wefadariya bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re em îro bi serbilindî li vir in.

Fitneya li Dêrazorê ya bi destên dijmin pêk hatiye bi armanca têkbirina xeta têkoşînê ya QSD′ê bû.

Şêxê eşîra El Sebxe, Tirkî El Sewan jî axivî û got:

“Kesên hewl didin fitneyan derxin û xerabiyê bixin nava Bakur û Rojhilatê Sûriyê negihaştin armancên xwe.

Meş bi diruşmeya ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne QSD’ê’ bi dawî bû.

”Em ê destketiyên xwe biparêzin û li kêleka QSD’ê bin”

Back to top button