Hikûmeta Şamê ragihand ku kesek din bi Coroanyê ket

Hikûmeta Şamê ragihand ku kesek din bi vîrûsa Coroanyê ket, hejmara giştî jî bû 124.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku kesek din vîrûsa Coronayê ket.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê kesê pê ketî ji gundewarê Şamê ye û li ser xeta navbera Sûriye û Urdinê ajokarê kam dixebitî.

Duh jî hikûmetê başbûna 3 kesan bi vîrûsê ragihandibû.

Pêr jî Wezareta Tenduristiyê ragihandibû ku kesek bi vîrûsê ketibû jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî baş bûbûn.

Li gorî daneyên dawî jî, li herêmên hikûmeta Şamê heta niha 124 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, ji wan 53 kes baş bûne û 6 jî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button