Bertekên rêxistinên Kurdî li bakurê Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Gelan HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li dijî betalkirina wekîltiya 2 parlamenterên HDP’ê û parlementerekî CHP’ê ku ji aliyê meclisa Tirkiyê ve pêk, nerazîbûna xwe nîşan dan û ev tişt anîn ziman:

Şerê siyasî li hemberî tevgera Kurdî ya siyasî berdewam e.

Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê derbarê desteserkirina parlementeriya parlementera HDP’ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari û ya Enîs Berberoglûyê CHP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HDP’ê di daxuyaniyê de xwe de got ku meclîsa ku divê bibe navenda îradeya demokratîk a gelên Tirkiyeyê, bû şahidê darbeyeke din.

DBP a nerazîbûn nîşanî xistina 2 wekîlên HDP’î û 1 CHP’î da destnîşan kir ku şerê ku piştî 2’yê Adara 1994’an û şûnde li dijî tevgera siyasî ya Kurd hate destpêkirin û şûnde dixwazin qetlîamên li dijî gelê Kurd li ser Meclîsê re bidomînin.

KCD’ê jî derbarê darbeyê de got ku AKP’ê hemû rêgez û pîvanên demokratîk ji holê rakir, li gel dijminahiya Kurdan, careke din jî da nîşandan ku dijminê demokrasî û hiqûqê ye.

Back to top button