Koreya Bakur: Leşkerê Amerîka daxwaza penaxwaziyê kiriye

Koreya Bakur îdia dike ku leşkerê Amerîkî ji ber danûstandinên nîjadî berê xwe daye welatê wan û daxwaza penaxwaziyê kiriye.

Hat îddîakirin ku leşkerê Amerîkî Er Travis King “ji ber danûstandinên dijmirovî û nîjadperestiyê” derbasî Koreya Bakur bûye.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a dewleta Koreya Bakur KCNA, King li xwe mikur hat ku bi qaçaxî derbasî Koreya Bakur bûye û diyar kir ku wî daxwaza penaberiyê kiriye.

Çapemeniya Pyongyangê îdia kir ku “Di dema lêpirsînê de, Travis King ragihand wî biryar da ku were Komara Demokratîk a Gel a Koreyê. Sedema vê yekê jî bi reftarên nemirovane û nijadperestî yên di artêşa Amerîkî de nîşan da.”

Di raporê de hat gotin, “King her wiha niyeta xwe ya ji bo mafê penaberiyê li Pyongyang an welatek sêyemîn aniye ziman.”

Waşîngtonê ragihand ku Pyongyang nikare agahiyên ku li ser vê mijarê parve kiriye piştrast bike.

Koreya Bakur yekem car girtina King di 3’ê Tebaxê de piştrast kir.

Leşkerê Amerîkî yê 23’salî 18’ê Tîrmehê dema ku di gerekî de bû, sînorê Koreya Başûr bi Koreya Bakur re derbas kiribû.

Back to top button