Li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin.
HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker careke din li dijî gerîla bombeya taktîk nukleer bi kar anî.
Her wiha da zanin qadên berxwedanê bi giştî 271 caran jî bi çekên giran hatine bombebarankirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gêrîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla ev agahî parve kir:
“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
14’ê Tîrmehê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM, hate xistin.
Di heman demê de li Girê Cûdî jî droneke dagirkeran hate îmhakirin.
15’ê Tîrmehê jî bi çekên giran 4 caran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate xistin.
Li herêma Xakurkê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Şahan hate xistin.
Ev çalakî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate lidarxistin.”
HPG’ê ragihand ku 15’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê carekê bi bombeyên taktîk nukleer hate bombekirin.
Têkîldarî berfirehiya êrişên artêşa Tirk a dagirker, ev agahî hate parve kirin.
“Dagirkeran 14 û 15’ê Tîrmehê li herêma Zapê hewl da li hin deveran tunelên me bi kepçeyan hilweşîne.
Di vê çarçoveyê de Qada Berxwedanê ya Girê Hekkariyê û Golkayê 10 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
Herêma Zap û Xakurkê jî 261 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”



