HPC JIN 2. konferansa xwe li Hesekê li darxist

Li Rojavayê Kurdistanê HPC JIN 2. Konferansa xwe li darxist. Di konferansê de gelek biryar hatin girtin ji biryarên sereke yên di konferansa HPC-JIN de hate girtin ew e ku li dijî êrîşên dewleta Tirk, êrîşên pergala mêrê desthilatdar asta têkoşînê were xurtkirin.

Li Rojavayê Kurdistanê û bakur-rojhilatê Sûrî HPC JIN 2. Konferansa xwe bi dirûşmeya; “Bi ruhê fedaî yê Hediye, Yûsra û Jiyan’an emê Şerê Gel ê Şoreşgerî pêş bixin, tecrîdê bişkînin û serkeftinê misoger bikin” li darxist.

Bi sedan endamên HPC-JIN yên bakur û Rojhilatê Suriyê beşdarî konferansê bûn.

HPC JIN 2. Konferansa xwe di şexsê dayîka Hogir, Çîçek Harûnî, Sewsen, Mizgîn, Leyla û Yadê Gulê de diyarî tevahî şehîdên şoreşê kir.

Konferans bi axaftina endama fermandariya giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn hate destpêkirin.

Fermandar Rohilat konferans li tevahî endamên HPC JIN, rêber Apo û tevahî şehîdên azadiyê pîroz kir.

Hevseroka TEV -DEM Rûken Ehmed jî diyar kir ku destkeftiyên bi saya jinê hatin bidestxistin teqez wê were parastin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Welîde Botî got, “Em ê bi îradeya jin asta têkoşîn bilind bikin”

Her wiha perspektîfên Rêber APO ên di derbarê girîngiya parastina cewherî û rola jinê di şerê gelê şoreşgerî de hate xwendin.

Perspektîfa berfireh a ku ji aliyê Navenda Parastina Jin ve hatibû şandin ha xwendin ji wan:

“Her jina leheng a ku li hemberî dijmin berxwedan û helwesteke welatparêz nîşan dide, zêdetir hezkirina têkoşînê di nava me de ava dike.

HPC JIN bi YPJ’ê re şêwazeke xebatê ya rasterast pêş pixe.

ji biryarên ku di konferansa HPC JIN de hate girtin ev bû:

Di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî wê HPC JIN di her warî de xwe bi rêxistin bike.

Li hember her awayî êrîşên pergala mêrê desthilatdar, polîtîkayên dijwar ên şerê taybet yên ku paşverûtî û zayendperestiyê ferz dike, wê têkoşîna civakeke exlaqî-polîtîk bide meşandin.

Di serî de dewleta Tirk, li hemberî her awayî êrîşên dagirkeriyê wê HPC JIN parastina rûmet û nasnameya xwe bike.

Back to top button