Rojnamevanên ku hatibûn girtin piştî 13 mehan serbest hatin berdan

Rojnamegerên ku di 16’ê hezîrana 2022’yan de hatibûn girtin, piştî 13 mehan serbest hatin berdan.
Rojnamegeran diyar kirin ku armaca girtina wan bêdengkirina dengê rastiyê ye û gotin: “Ji cihê ku em lê mane em ê berdewam bikin. Nikarin dengê me qut bikin.”

Rojnamegerên ku di çarçovaya lêpirsîneke li Amedê de di 16’ê hezîrana 2022’yan de hatibûn girtin piştî 400 rojan, serbest hatin berdan.

Rojnamegerên ku piştî 13 mehan ji girtîgehê derketin, pêvajoya binçavkirinê nirxandin.

Lezgîn Akdenîz: Armanc tesfiyekirina çapemeniya azad e

Rojnameger Lezgîn Akdenîz destnîşan kir ku Çapemeniya Azad di têkoşîna xwe ya dîrokê de tim bi zextan re rû bi rû maye û li lijî vê yekê jî bedelên mezin daye.

Akdenîz anî ziman ku rojnamegerên kurd ji van bedelan ku hatine dayîn her tim hêz girtin û wiha got:

“Armanca vê operasyonê ji holê rakirina Çapemeniya Azad û tesfiyekirin xebatên wê bû.

Dixwazin bi tepisandinê bandora rojnamegeran kêm bikin.

Lê dema ku em derketin me got ’em li kur mane’.

Lezgîn Akdenîz diyar kir ew ê karê xwe ji berê zêdetir bidomînin û xebatên xwe nîvcoyî nehêlin.

Neşe Toprak: Naxwazin fikrên Kurdasn were bihîstin

Rojnameger û wênesaz Neşe Toprak jî anî ziman ku ew ji ber kurdbûna xwe hatine girtin.

Neşe Toprak da zanîn ku ew fikra azad diparêzin û got:

“Nexwestin dengê kurdan were bihîstin. Ji ber vê yekê em hatin girtin.”

Remziye Temel: Xebatên me nîvco nemane

Remziye Temel jî da zanîn ku doza li wan hatiye vekirin bi helwesteke siyasî hatiye vekirin û girtina demdirêj jî encama vê yekê bû.

Temel da zanîn ku wê Çapemeniya Azad bi zextan nayê bêdengkirin.

Abdurrahman Oncu: Zext encam nagirin

Yek ji Rojnamegerê ku hatibû girtin Abdurrahman Oncu jî destnîşan kir operasyon ji bo ku tirsê di nava civakê de belav bikin pêk anîne.

Abdurrahman Oncu di dawiyê de daxuyakirin wê zextê desyhilatê wê encam negirin.

Li Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin

Back to top button