Reqa-Şampiyona Basketbolê ya Jinan dest pê kir

Li bajarê Reqayê Şampiyona Basketbolê ya Jinan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya 3 tîman dest pê kir.

Şampiyon li hola Şehîd Edhem a Werzîşê ya li Reqayê tê lidarxistin.

Endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê Emîne Mihemed, lidarxistina şampiyonê pîroz kir û got:

“Ev şampiyon di çarçoveya aktîvîteyên Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi armanca pêşxistina werzîşê li herêmê, tê lidarxistin.

Piştî axaftinan, maça di navbera tîmên Reqa û Tebqayê de dest pê kir.

Tîma Reqayê bi 50 puanan, li hember tîma Tebqayê bi 10 puanan, bi ser ket.

Şampiyon sibe bi matça fînalê bi dawî dibe.

Dê şampiyona Basketbolê ya îsal were xelatkirin.

Back to top button