Ji Rûsya bo Azerbeycanê: Korîdora Laçîn veke

Rûsyayê ji Azerbaycanê xwest ku dorpêça li ser Korîdora Laçînê rake.
Ermenîstanê jî îdia kir ku ji ber dorpêçê li herêmê birçîbûn heye.

Rûsyayê ji Azerbaycanê xwest ku dorpêça xwe ya li ser rêya yekane ya di navbera Ermenistan û herêma Qerebaxê de rake.

Di navbera Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karê Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov de peywendiya telefonî pêk hat.

Wezareta Karê Derve ya Rûsya piştî peywendiyê daxuyaniyek belav kir û got:

Bo aramkirina rewşa li herêmê Moskow daxwaza avêtina gavekê kiriye.

Hat ragihandin ku Lavrov banga “pêkanîna gavên ku berê li hev kiribûn, di nav de rakirina astengên li ber rêyên alîkariyên mirovî” kir.

Korîdora Laçîn jî di nava van pêkanîna de ye.

Azerbaycanê di meha Tîrmehê de Korîdora Laçîn girtibû.

Balyoza Ermenîstanê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Mher Margaryan diyar kir ku ji ber dorpêçê li herêmê di warê xwarin, derman, gaz û sotemeniyê de kêmaniyên cidî heye.

Korîdora Laçîn di destpêkê de ji aliyê xwepêşanderên Azerbaycanê ve hat girtin ku digotin ew jîngehparêz in.

Piştre, Bakûyê bi hincetên ewlehiyê rê bi temamî girt û li ber deriyê wê bende danîn.

Ermenistan û Azerbaycan ji hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ve li ser Qerebaxa Çiyayî şer dikin.

Di her du şerên di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de, bi hezaran kes mirin.

Piştî şerê dawiya Îlona 2020’an yê navbera aliyan de bêtirî 6 hezar û 500 kes mirin.

Ev şer bi navbeynkariya Rûsyayê di 10’ê Cotmehê de bidawî bûbû.

Di peyamanê de zext li Êrîvanê hate kirin ku dest ji beşeke mezin ya herêmê berde.

Aloziya navbera aliyan ji wê demê ve dewam e.

Back to top button