NY: Tişta Talîban li jinan dike “sûcê mirovahiyê” ye

Li Efxanitanê 2 salin Talîban deshilata xwe dide meşandin.
NY ragihand ku divê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî cudakariya zayendî ya li Efxanîstanê weke “sûcê li dijî mirovahiyê” binirxîne.

Li ber çavê cîhanê, zexta Talîbanê ya li Efxanistanê bi ser jinan dide meşandin 2 salê xwe tejî kir.

Nûnerê Taybet ê Perwerdeya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî û Serokwezîrê berê yê Brîtanya Gordon Brown di civîna çapemeniyê de têkildarî perwerdehiya keçan a li Efxanistanê daxuyanî dan.

Gordon Brown got,

“Ramana hiqûqî ya ku me wergirtiye nîşan dide ku ji bo keçên Efxanî ji perwerdeyê bêparkirin û jinên Efxan jî ji kar bên dûrxistin cudakariya zayendî ye.

Divê ev weke ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ bê dîtin û li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bê darizandin.”

Brown diyar kir ku “ji 80 danezanên rêveberiya Talîbanê weşandî 54 ji wan tenê têkildarî sînordarkirina mafê keç û jin e.”

Serokwezîrê berê yê Brîtanya destnîşan kir ku di van demên dawî de qedexeyên nû hatine zêdekirin, ketina xwendekarên jin ji bo ezmûna zanîngehê û serdana wan a cihên giştî hatine astengkirin.

Gordon Brown derxistina Wezareta Karûbarên Jinê ji kabîneyê, avakirina Wezareta Vexwendina ji bo qencî û pêşîlêgirtina xerabiyê, û hilweşandina Komîsyona Mafên Mirovan a Efxanîstanê ya Serbixwe wekî sedemên ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî vê yekê binirxîne destnîşan kir.

Brown ev yek weke “sûcê li dijî mirovahiyê” destnîşan kir.

Di desthilatdariya Talîbanê de jin ne tenê ji dibistanan ji gelek saziyên giştî ji kar hatibûn dûrxistin.

Jin bêyî mêrekî ji malê nikarin derkevin, her wiha dema ji malê derketin jî neçar in xwe bi temamî binixumînin.

Meha Mijdarê çûyîna parkan, bexçe, salonên sporê û hawizan jî li jinan hatibû qedexekirin.

Back to top button