Îran û Amerîka ji bo pevguhertina girtiyan hevdîtin dikin

Îran û Amerîka ji bo pevguhertina girtiyan hevdîtinên xwe didomînin.
Lê Amerîka vê pêngavê ji mijareke siyasî zêdetir weke mijarke civakî pênase dike.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blinken, bal kişand ser peymanê û got:”Tiştek di nêzîkatiya me ya giştî ya li hemberî Îranê de neguheriye.”

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken di kongreya rojnamevanî de derbarê girtiyên Amerîkî yên li Îranê de axivî.

Blinken da zanîn ku hefteya borî Îranê 5 welatiyên Amerîkî ji girtîgehê veguhestine hepsa malê û got:

“Gelek ji wan demeke dirêj e di girtîgehê de ne. Divê yek ji wan nehata girtin.”

Blinken diyar kir ku ew rewşa tenduristiyê ya girtiyan ji nêz ve dişopînin.

Her wiha anî ziman, divê girtî di demeke nêz de vegerin malê.

Blinken: Nêzîkatiya me ya li hember Îranê neguheriye

Blinken bal kişand ser wê yekê ku nêzîkatiya giştî ya Amerîka li hemberî Îranê nehatiye guhertin û wiha got:

“Em hewil didin ku Îran qet nebe xwediyê çekên nukleerî.

Her wiha em rejîmê ji binpêkirinên mafên mirovan, fînansekirina terorê, dabînkirina balafirtên bêmirov û gelek sûcên din berpirsyar dibînin,”

Blinken diyar kir ku Îran ji bo qada dîplomasiyê biafirîne divê aloziyên heyî kêm bike.

Balkêş e ku Blinken mijara nîqaşa ser girtiyan weke siyasî pênase nekir û diyar kir ku ev mijareke civakî ye.

Berî niha Îranê 5 Amerîkiyên li Girtîgeha Evîn a Tehranê sewqî hepsa malê kirin.

Îran di hevdîtinê de girtî û pereyên xwe dixwaze

Heta niha jî hevdîtinên ji bo serbestberdana girtiyan dewam dikin.

Çav li rê ye ku Amerîka hejmareke mezin ji girtiyên Îranî serbest berde.

Her wiha rê bide Îranê pereyên xwe yên di bankayên Koreya Başûr de bigire.

Back to top button