Bûyera kuştina Jîna Emînî dîroka xwe dubare kir

Li gorî medya navxweyî ya Îranê belavkirî, keça Kurd a 16 salî Armîta Girawend li îstasyonek a metroyê ya Tehranê, rastî êrişa Polîsên Exlaq’ ên Îranê hatiye. Ev 3 roje di komayê de ye.

Li gorî agahiyê ku Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê belavkirye diyar dibe ku dema xwendevanên keç diçin îstasyona metroyê, hinek polîsan hişyarî dane wan ku hîcabê li xwe kin.

Piştre polîsek derbek li Armîta dide û serê wê bi hesin dikeve û dikeve erdê.

Bi alîkariya hevrêyên xwe radibe û diçe metroyê, lê li wir bê hiş dibe û dikeve komayê.

Rayedarên Îranê vê yekê red dikin û diyar kirn ku sedema bê hişbûna wê ‘ketina tansiyona di xwînê de’ bû.

Hêzên Îranê nahêlin ku dîmen bi giştî bê belavkirin û rê nade rojnamevanan ku raporan li ser buyerê çêbikin.

Rojnamevanek ku çuye nexweşxaneyê, piştî çend saetan ji aliyê hêzên emnî ve hatiye binçavkirin.

Li Îranê malbat ditirsin ku zarokên xwe bişînin dibîstanan

Li Rojhelatê Kurdistan û Îranê malbat ji ber tirsa dûbarebûna êrîşên kimyawî yên li beramberî dibîstanên zarokên keç zarokên xwe naşînin dibistanan.

Di êrîşên kimyasal ên li ser dibistanên zarokên keç de mirî çêbûn.

Ji ber vê gelek malbat li ser jiyana zarokên xwe ditirsin.

Zarok jî piştî travmayê xirabûna stresê jiyan kirin.

Der barê êrîşên kimyawî de Pskologê kilînîk yê ku nexwest navê xwr diyar bike wiah got:

Tişta ku hikumet dixwaze eve.

Dixwazin zarokên keç dest ji dibîstanê berdin û jin nezan rabe.

Armanca desthilatê ewe ku jinan ji civakê dûrbixin û di mal de bihêline.

Rejîma Îranê jina bi navê Mehsa Emînî (Emînî) bi êşkenceyê kuştin

Back to top button