Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên li Başûrê Kurdistanê ji sibe ve dikarin vegerin

Careke din dergeha Sêmalkayê dê pêşwaziya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li Başûrê Kurdistanê asê mane bike.

Rêveberiya Dergeha Sêmalkayê têkildarî vebûna dergeh li pêşiya şêniyên rojava yên li başûrê kurdistanê li ser rûpela xwe ya facbookê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Rêveberiyê ragihand ku kesên ji ber nexweşiyê yan jî haletên mirovî serdana Başûrê Kurdistanê kirine dikarin ji 7’ê Hezîranê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

Rêveberiya dema bidawîbûna vê biryarê diyar nekir.

Cara yekemîn di 14 Adara 2019`an, dergeha Sêmalk ji ber vîrûsa coronayê hatibû girtin.

Piştre jî 27 Gulanê ji bo vegera şêniyan hate vekirin.

Lê piştî hikumeta Başûr dema qedexeya derketina derve dirêj kir dîsa dergeh hat girtin.

Back to top button