Ji ber qeyrana aborî û daketina nirxê lîreyê beramberî dolarê Amerîkî, welatiyên Libnanê li çend bajaran daketin kolanan.
Xwepêşanderan li dijî gendelî û rewşa aborî ya dijwar, li Beyrût û çend bajaran, kolanên sereke girtin û agir bi çerxeyan xist.
Welatiyên Libnanê çekdarên Hizbullahê bi gurbûna qeyranê tawanbar dikin û didin xuyakirin ku “ji bilî kolanan, ti rê ji bo rûmeta wan nemaye.”
Ji havîna borî de lîreya Libnanî hemberî dolarê Amerîkî nirxê xwe ji dest dide û herî dawî, gihîştiye 10 hezaran.