Sabrî Ok: AKP-MHP ji bo nixumandina têkçûna xwe êrîşî Garê kiribû

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî OK da xuyakirin ku faşîzma AKP-MHP hewl dide HDP’ê bi girtinê zextan, ji holê rake. Sabrî OK li ser pêngavên komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo jî got ku divê jimara îmzeyan bigihîje milyonan û ji bo cihekî tenê bên şandin.

Dewleta Tirkî ya dagirker tevî hemû hewldanan, heya vê rojê nekariye vîna gelê Kurd û tevgera azadiyê têk bibe.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di bernameya Rojeva Welat a kenala Stêrk TV de der barê serkeftina gerîla û binketina Tirkiyeya dagirker li Garê, her wiha polîtîkayên qirkirina HDP’ê û pêngavên îmzeyan bo azadiya Rêber APO de axivî.

Sabrî Ok anî ziman ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê da ku têkçûna xwe binixumîne, êrîşî Garê kiribû û armanc jê ew bû ku demeke dirêj lê bi cih bibe.

Ok da xuyakirin ku Tirkiye tevî derfet û teknîka herî xurt, li hemberî grupeke gerîla têk çû û plan û konsepta wê pûç bû.

Sabrî Ok: AKP-MHP tevî girtin û binçavkirinan nikare HDP’ê ji holê rake

Endamê Konseya Rêveber da zanîn ku niha tiştê AKP-MHP xistiye rojeva xwe, tunekirina bi temamî ya siyaseta Kurdî ye, dixwazin bi zext û girtinê, HDP’ê têk bibe, lê digel meşandina van rêbazên qirêj jî, nikarin wê ji holê rakin,

Sabrî OK got:

“Eger hêzên demokrasiyê hê xurtir têbikoşin, faşîzma AKP-MHP’ê nikare xwe li ser lingan bigire”

Piştî sikestina wê li Garê, dewleta dagirker berî da HDP û bi tundî operasyonên xwe yên qirkirinê der heqê endamên wê de girantir kir.

Sabrî Ok: Divê PKK û gelê Kurd ji bo serkeftina van çalakiyan amade bin

OK der barê grevên birçîbûnê yên li zindanê Tirkiyê de jî destnîşan kir ku pêngava “Dem dema azadiyê ye” dê teqez bi ser bikeve û divê PKK û gelê Kurd ji vê yekê re her demê amade bin.

Sabrî Ok: Pêwîst e pêngav bênavber bidomin û jimara îmzeyan bigihîje milyonan

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiyê de bal kişand ser pêngava berhevkirina îmzeyan bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û got:

“Pêwîst e pêngav heya wergirtina encamê bênavber bidome. Divê îmzeyên komkirî tenê ji bo cihekî bên şandin. Divê jimara îmzeyan bigihîje milyonan.”

Back to top button