Şandeyeke Itîlafa Sûrî li Başûrê Kurdistanê ye

Şandeyeke Îtîlafa Sûrî bi serperiştiya Nesir El-Herîrî, digel ENKS’ê li Hewlêra Başûrê Kurdistanê hevdîtinek pêk anî.

Şandeya Itîlafa Sûrî, wê sê rojan li Başûr bimîne û îro wê bi serokê berê yê herêmê Mesûd Barzanî re bicive.

Duh Itîlafê bi berbirsê siyasî yê dosyaya Sûrî li Başûrê Kurdistanê Hemîd Derbendî rewşa meydanî, siyasî û dosyaya penaberan nîqaş kirin.

Serokê Itîlafa Sûrî Nesir El-Herîrî der barê vê serdanê de jî diyar kiribû ku ew ê bi rêveberiya Başûr re, têkiliyên du-alî xurt bikin û helwestên hevbeş der bar dosyaya herêmê, pêşeroja wê û berhengariyên tên pêşiya wan, koordîne bikin.

Back to top button