Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê bal kişand ser êrîşên ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst li dijî cenazeyên şehîd û goristanan pêk tîne û destnîşan kir ku ev sûcê mirovahiyê ye.
Dagirkeriya Tirkiyê êrişên nirxên gelê kurd, êrişê goristanên şehîdan dike.
Têkildarî mijarê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê daxuyaniyek da.
Komîteyê destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê êrîşên li dijî cenazeyên şehîd û goristanan gihiştiye astekî derexlaqî û dermirovî û got:
” Ev desthilatdarî xwedî zihniyetek wisa ye ku heta cenazeyên leşkerên xwe şewitandin.
Piştî salan bi awayekî herî nemerdane hestiyên zarokên kurdan di nava torbe û qutiyan de bi rêya postayê ji malbatan re dişîne.
Ev pêkanîn derdixe holê ku desthilatdariya Erdogan-AKP’ê xwedî çi sekneke sadîst, psîkopatî û nexweşiya ruhî ye.
Ya herî xerab jî ew e ku ev bi eşkereyî li ber çavên hemû cîhanê tên kirin û her çendî tê zanîn ku ev sûc sûcê mirovahiyê ye û sûcê şer e, lê ti kes li dijî wê dernakeve.”
Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê daxuyaniya xwe wiha domand:
“Li Kurdistanê şerekî qirkirinê yên pir derexlaqî tê meşandin.
Her roj zarokên Kurd, Ereb, Tirkmen û Suryanî dikuje û vê yekê servîsê hemû cîhanê dike.
Gelên heremê li cihên wan ê resen ku salane lê jiyan dike dide koçber kirin
Bi vî rengî siyaseta qirkirinê dimeşîne.”
Komîteya Şehîdan a PKK: Kesên ku goristana Dêrezorê û yên bakur xira dikin heman kesin
Komîteyê dazanîn ku Erdoganê faşîst bi êrîşên xwe yên li dijî pîroziyên gelê Kurd bi eşkere daniye holê ku nûnerê esil ê zihniyeta DAÎŞ’ê ye û ev nirxandi kir:
Dema ku DAÎŞ’ê êrîşî cihekê dikir, destpêkê pîroziyên wî cihî dikir hedef
Herî dawî jî çeteyên girêdayî dewleta tirk li Dêrezorê goristana zorkên şehîdên ê civaka Ereb xirakirin.
Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Efrîn, Girê Spî û Serkêkaniyê jî vê yekê kir, ev yek hişmendiya wan û DAIŞ’ê ispat dike.
Komîteya Şehîdan a PKK: Divê gelê me xwedî li nirxê xwe derkeve
Komîteyê diyar kir ku ev gel hêza xwe ji şehîdên xwe digre û bang li her kesî kir ku xwedî nirxên xwe, yên mirovahiyê derkvin û hovîtiya dagirkeriya tirkiyê re bêjin êdî bes.