Partiyên Rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî kirin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê salavegera qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî û serhildanên bi navê “Jin Jiyan Azadî” nêz dibe.
Bi vê boneyê 6 partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyek hevbeş greva giştî ragihandin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê hate kirin ku 16’ê Îlonê tevlî greva giştî bibin.

Her wiha hate diyar kirin ku di salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de divê ji bo rêzgirtina şehîdan bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.

Partiyan di daxuyaniyê de daxwazî ji têkoşerên civaka sivîl û rêxistinên serbixwe kirin ku beşdariya çalakiyê bibin.

Li Rohilatê Kurdistanê û Îranê 16’ê Îlonê girev dest pê dike

Li gorî daxuyaniyê roja 16’ê Îlonê weke roja çalakiyan hatiye diyar kirin.

Di nava rojê de wê hemû dikan, bazar, navendên kar û îdarî bêne girtin.

Serê sibeha wê rojê jî wê serdana gorên Şehîdan werin kirin.

Back to top button