Înîsiyatîfa Defend Kurdistan bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li tevahî cîhanê li dijî bikaranîna çekên Kîmyewî çalakî pêk tên û banga birêxistinkirinê kir.
Înîsiyatîfa Defend Kurdistan di daxuyaniya xwe de ev tişt got:
”Bi hezran kes li tevahî cîhanê, li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmiyewî daketin qadan.
Li zêdeyî 50 bajarên cîhanê her kes ket nav liv û tevgerê.
Çalakî li Yewnanistan, Elmanya, Îtalya, Parîs, Îngilistan, Bristol û Londonê û gelek deverên din li dar ketin.”
Înîsiyatîfê ji bo bersiva li dijî êrîşên dewleta Tirk banga xurtkirina piştevaniyê û birêxistinkirinê kir.