“Êrişên dewleta Tirk dewam in”

Endama Fermandariya QSD’ê Newroz Ehmed carke din piştrast ku wan li hember êrişên dewleta Tirk hêza xwe ya leşkerî amade kirine. Û piştrast kir ku ew ê ji bo jiyaneke azad têkoşîna xwe bidomînin. 

Endama Fermandariya QSD’ê Newroz Ehmed rewşa li herêmê ji rewşenbîrên herêma Cizirê re vegot..

Newroz Ehmed ji rewşenbîran re bi rêya zoomê civînek lidarxist ..

Newroz Ehmed diyar kir ku gef û êrişên Dewleta Tirk li ser herêmê her berdewamin..

“Tu eleqeya me bi teqîna Stenbolê re tune ye”

Newroz Ehmed da zanîn ku dewleta Tirk teqîna li Stenbolê weke bihane bi kar anî da ku êrişî herêmê bike..

Endama Fermandariya QSD’ê destnîşan kir ku ti eleqeya QSD’ê bi teqîna li Stenbolê re tune ye.

“Helwesta gelê me pir girîng bû”

Newroz Ehmed tekez kir ku ku sekn û helwesta gelê herêmê li dijî êrişan gelekî girîng bû..

“Em ê ji bo jiyanek azad li ber xwe bidin”

Endama Fermandariya QSD’ê Newroz Ehmed dawiyê raghand ku ew ê ji bo jiyaneke azad têkoşîna xwe dewam bikin.

Back to top button