YPG: Hevrêyê me Rêdûr Qamişlo bi lehengî şehîd bû

YPG`ê nasnameya şervanekî xwe ku li Dêrazorê di operasyona li dijî çeteyan de şehîd bûye eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kir;

“Di dawiya meha Tebaxê heta 10’ê Îlonê li herêma Dêrazorê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê, û li dijî çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” hatibû destpêkirin.

Planên dagirkeran têkçûn û operasyon bi serkeftî bi encam bû.

Di 9’ê Cotmeha 2023’an de li herêma Dêrazorê li dijî şaneyeke DAIŞ’ê operasyonek hate lidarxistin.

Di vê operasyonê de hevalê me Rêdûr Qamişlo (Ehmed El Elî) bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Heval Rêdûr û hevrêyên wî, hesabên dijmin ên ku dixwestin fitne û fesadiyê di navbera gelên herêmê de derxin û herêmê bixin nava aloziyê vala derxistin.”

YPG’ê ji gelên herêmê û malbata şehîd re sersaxî xwest û soza berdewamkirina têkoşîna wan da.

Back to top button