Îro dîsa dewleta Tirk a dagirker berê topên xwe da Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Vê carê jî artêşa wê gundên Şêrawa, Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kirin.
Îro sibehê dewleta Tirk gundê Meyasê û Bênê yên Şêrawa kir armanca êrişan.
Her wiha li dijî Eyn Îsa jî êrişên dagirkeriyê hebûn.
Li wir jî gundê Seyda, kampa Eyn Îsa û rêya M4 bi dijwarî topbaran kir.
Doh êvarî jî 4 gundên girêdayî navçeya Til Temirê jî hatin hedefgirtin.
Li Minbicê jî, gundê Toxar ê bakur û gundê Korhiyûk ê rojavayî bajêr bûn hedef.