Navenda Çavdêriya Sûrî ragihand ku di çend seatên borî de dewleta Tirk nuqteyek çavdêriyê li Til Nebî ya Cebil el-Zawiyê li başûrê gundawarê Idlibê, ava kir.
Li gorî Çavdêriyê, çeteyên Heyet Tehrîr el-Şam, ji bo avakirina nuqteya çavdêriya dewleta Tirk, hêzên xwe ji Cebil el-Zawiyê, vekşand.
Bi vê yekê, ji destpêka agirbestê ve, dewleta Tirk a dagirker 60 nuqteyên çavdêriyê li Idlibê ava kirine.
Li aliyekî din, Çavdêriyê diyar kir ku duh danê êvarî, hêzên hikumeta Şamê gundê Filifl فليفل û Sofohin سفوهن ên li başûrê gundewarê Idlibê, bi mûşekan kirin armanc.
Her wiha şer û pevçûnên demkî di navbera çeteyan dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê de li gundewarên Idlibê rû dan.
Der barê şer û pevçûnan de, heya niha ti agahî nehatine bidestxistin.