Şêniyên Dirbêsiyê: Em ê bi berxwedana xwe planên dijmin têk bibin

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê Hevkarî û hevgirtina şêniyan bi Şaredariya Gel re, aloziyên di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de çêbûne, sivik kir.

Gelek şêniyên navçeyê, bîrên di nava malên xwe de kirin xizmeta şêniyên din ku sahrîcên Şaredariya Gel avê ji wan bîran li şêniyan belav dikin.

Welatiyê bi navê Îsmet Mihemed ê ji navçeyê got: “Vîna me ji êrişên dijminê faşîst bi hêztir e.”

Welatiyê bi navê Xelîl Dawûd jî diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya wêrankirina binesaziyê û hewl dide şêniyan koçber bike û wiha domand:

“Lê belê em ê bi berxwedana xwe planên dijmin têk bibin.”

Her wiha hevserokê Daîreya Avê ya navçeya Dirbêsiyê Milahet Hiso jî anî ziman ku di encama êrişan de 15 bîr ji xizmetê derketin û got:

“Niha derdora 50 hezar kes nikarin avê bi dest bixin.”

Şênî û ciwanên Dirbêsiyê êrîşa li ser şehîd Zelal şermezar kir

Back to top button