Çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Kerkûk ya Iraqê êrîşek pêk anî, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Elawemehmud ê girêdayî navçeya Dubiz êrîşî nuqteyeke kontirolê ya boriya avê ya Kerkûkê kir.
Li gorî ajansa Rojnewsê, çavkaniyeke ji polîsên Dubiz ragihand ku di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de 2 sivîl ên ku li nuqteya kontirolê wezîfedar bûn, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî heman çavkaniyê herdu sivîlên ku jiyana xwe ji dest da, Kurd in.