Çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan:Aliyên nenas fûze avêtin hêzên Îranê li herêma Bokemalê

Aliyên nenas fûze avêtin hêzên Îranê li herêma Bokemalê ya dikeve gundewarê Dêra Zorê.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya mafên Mirovan aliyên nenas bi fûzeyan êrîşî navendên hêzên Îranê di “Lîwaya 47” a li herêma Bokemalê ya Dêra Zorê kirin.

Li gorî çavdêriyê, di encama êrîşê de 5 leşkerên Îranî hatin kuştin.

Her wiha çavdêriyê ragihand ku çend teqîn li dijî leşkerên Îranê li Dêra Zorê pêk hatin û nehat zaîn ku ji aliyê kî ve pêk hatine.

Leave a Reply

Back to top button