Moşeka Koreya Bakur, Japonya xist nava alarmê

Japonya û Koreya Başûr ragihandin ku Koreya Bakur ceribandina moşekeke balîstîk kiriye.
Wezareta Parastinê ya Japonyayê ragihand ku moşeka balistîk a navîn ber bi Derya Japonyayê ve hatiye avêtin.

Ewlehiya Peravê ya Japonyayê peyamek belav kir ku dibe ku moşeka balîstîk a Koreya Bakur li herêma Hokkaido ya li bakurê welêt bikeve.

Sîstema hişyariya zû ya “J-Alert” bang li mirovên li herêmê kir ku di hundurê avahiyan an stargehên bin erdê de bimînin.

Li kolanan jî sîren hatin lêdan.

Hat ragihandin ku piştî hişyariyê li gorî saeta herêmî saet 07.50’an de bi awayekî bêhemdî banga tehliyeyê hat kirin.

Wezaretê ragihand ku bi rêya Balyozxaneya Japonya ya li Pekînê ji Koreya Bakur re nota protestoyê hatiye şandin.

Sekreterê kabîneyê Matsuno Hirokazu ji rojnamevanan re got, hişyariya bêhiş û banga valakirinê ji ber rola J-Alert bû.

Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Hamada Yasukazu ragihand ku moşeka balîstîk li gorî saeta herêmî saet 08:00’an li peravên Hokkaido û derveyî herêma aborî ya taybet a Japonyayê ketiye.

Serokwezîrê Japonyayê Kishida Fumio ragihand ku ew ê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya li ser ceribandina moşeka xeternak bicivîne û li ser pergala J-Alert lêkolînê bike.

Li seranserê herêmê seferên trêna bilez ji bo demeke kurt hatin rawestandin.

Berpirsên Amerîka, Koreya Başûr û Japonya ketin nava peywendiyê

Serfermandariya Hevbeş a Koreya Başûr ragihand ku moşkê navberekî 1000 kîlometre li asîman derbas kiriye.

Berpirsên Wezareta Karê Derve ya Amerîka, Japonya û Koreya Başûr ku pêwendiyeke telefonî pêk anîn, ragihandin ku ew ê hevkariya herêmî ya sê alî ji bo bêçekkirina tam a Koreya Bakur xurt bikin.

Ceribandina moşekê piştî peyamên Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un ya bihêzkirina artêşa welat pêk hat.

Amerîka ceribandina moşekî ya Koreya Bakur şermezar kir

Amerîka bi tundî ceribandina moşekên balîstîk ên dûravêj a Koreya Bakur şermezar kir û banga tevlêbûna dîplomatîk kir ku li ser maseya danûstandinan rûne.

Berdevka Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî Adrienne Watson di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya derbarê mijarê de got,

“Amerîka Koreya Bakur ji ber ceribandina moşekên balîstîk a menzîla dirêj bi tundî şermezar dike.”

Back to top button