Li Malawî ji ber bagera Freddy jimara miriyan gihişt hezarî

Li Malawî ji ber bagerê heta niha jimara kesên jiyana xwe ji dest dane 1000 derbas kir.

Serokê Malawî Lazarus Chakwera derbarê wêranî û mirina ji ber bagerê bi daxuyaniyeke çapemeniyê agahî bi raya giştî re parve kir.

Chakwera diyar kir ku ji ber bagerê jimara miriyan derket hezarî û got;

Ji ber bagerê bêtirî niv milyonî neçar mane ku malên xwe biterikînin.

Xal, pir, dibistan û kargeh wêran bûne, rê, xetên elektrîkê û zeviyên çandiniyê jî ziyan dîtine.

Ev yek hemû di encama guherîna avhewayê de pêk hatiye.”

Çakwera îşaret bi wê yekê kir ku demsala bazara titûnê ya li welêt hatiye û diyar kir ku ji ber bagerê xebatên aborî jî qut bûne.

Mozambîk û Madagaskar jî ji ber bagerê bandoreke neyînî li wan kir.

Li Mozambîk nêzî 70 kes mirin.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê ragihand ku Freddy ku di meha Sibatê de dest pê kir û zêdetirî mehekê dom kir, dibe ku di dîrokê de bibe bagera herî demdirêj.

Back to top button