Cejna Çarşema Serê Nîsanê li serdeşta çiyayê Şengalê hat pîrozkirin

Li Geliyê Kersê ku li Serdeşta çiyayê Şengalê ye, bi rengê biharê cejna Çarşema Serê Nîsanê , bi şahî û dîlanan hat pîrozkirin.
Endama TAJÊ Ferîde Şengalî derbarê wate û giringiya rojê axivî û got: Girêdana jinan a bi felsefe û axê re jinan dike pêşengên vê cejnê.

Tevî 74 fermanan jî dev ji bawerî û pergala xwe ya ku ji bo baweriya wê hatiye avakirin bernedan.

Çarşema Serê Nîsanê ango bi navek din Çarşema Sor jî yek ji cejnên Êzîdiyan yan herî girînge.

Tê gotin di werza biharê de fermanek li ser civaka Êzidî rabû û bi hezaran kes hatin kuştin ji ber herikîna xwînê, jê re çarşema sor tê gotin.

Ev cejin li Geliyê Kersê yê li Serdeşta çiyayê Şengalê, bi coş hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiya cejna Çarşema Serê Nîsanê de jinên Şengalê dan diyarkirin ku cejn, mizgîniya biharê ye.

Ferîde Şengalî: Meha Nîsanê tê wateya avabûna Cîhanê

Endama TAJÊ Ferîde Şengalî derbarê wate û giringiya rojê ji ajansa NÛ-JINHA’ê re axivî.

Ferîde Şengalî destpêkê cejin li rêber Apo, şervanên azadiyê û tevahiya civaka Êzîdî pîroz kir û got meha Nîsanê tê wateya avabûna cîhanê.

Ferîde da zanîn ku Şifreya jiyanê kulîlkên sor û hêkên rengîn in.

Ferîde destnîşan kir ku girêdana jinan a bi felsefe û axê re jinan dike pêşengên vê cejnê.

Back to top button