Di 7’ê Nîsana 1988’an de rejîma Baas ya Iraqê bi biriyara Sedam Husên li Germiyanê dest bi pêla sêyem a Enfalê kir.
Ji ber dijwariya wê qonaxê bi Enfala Reş jî tê zanîn. Jina bi navê Nedîme Îbrahîm ku ji Enfalê rizgar bûye got, Êşkenceya ku li dayîka min kirin, ti carî ji bîra min naçe.
Di 7’ê Nîsana 1988’an de rejîma Baas ya Iraqê bi biriyara Sedam Husên li Germiyanê dest bi pêla sêyem a enfalê kir.
Li gor amaran, di enfalê de 182 hezar kes hatine kuştin, windakirin û bi deh hezaran sewqî çolên Arar, zindanên Îraqê kirin û bi saxî binax kirin.
Her wiha bi sedan gund û bajarok hatin rûxandin û wêrankirin.
Jina bi navê Nedîme Îbrahîm jî yek ji wan jina ye ku di dema enfala 3 yan de li gel hezaran kesan birin çolên li başûrê Iraqê û bi saxî xistin binê erdê.
Nedîme bi qasî 8 mehan şahidî ji hovîtî û zilma rejima Baas re kiriye.



