Xizmên Enfaliyan: Em ê nehêlin berpirsên hikûmeta Başûr tevlî merasîmê bibin

Tê payîn îsal xizmên qurbaniyên Enfalê di 35’emîn salvegera Enfalê de, merasîmek bîranînê li Germiyan lidarbixin.

Bi vê boneyê li navçeya Kelar ya ser bi Germiyanê, xizmên qurbaniyan li ser gorên xizmên xwe kombûn û daxuyaniyek dan.

Li ser navê welatiyan Bextiyar Reuf daxuyanî xwend û wiha got:

“Em weke xizmên efanliyan, komek rêxistinên jenosîdê, çalakvanên civaka sivîl û xelkê Germiyan, herkesê agadar dikîn ku emê îsal nehêlin ti berpirsek hikumetê û hizbek tevlî merasîma bîranînê bibin.

Em bang li hemû xizmên enfaliyan jî dikin ku roja merasîmê amade bin.”

Xizmên enfaliyan her wiha bang kirin ku divê çete û kesên bune sedema enfalê werin cezakirin û gotin:

“Pêwîste xizmet ji bo gundên dema enfalê de zirer dîtine bê kirin.”

Back to top button