Dewleta Tirk gundên Amûdê û Eyn Îsa topbaran kirin

Artêşa Tirk li dijî herêmê êriş pêk anîn û gundên Eyn îsa û Amûdê da ber topan.

Seatên piştî nîvro, dagirkeriya Tirk mezreya li gundê Şorik ê navçeya Amûdê topbaran kir.

Li gorî agahiyan, di encama topbaranê de zirarên madî çêbûn.

Li Eyn Îsa jî Îro saat 10:45’an dagirkeran bi çekên giran gundê Fatsa yê Rojhilatê navçeyê topbaran kir.

Heman wextê depoya avê ya li gundê Fatsa jî bû hedefên êrîşan.

Em bi bîra we bixin ku 25 Nîsanê jî, dagirkeryan li kobanê êriş pêk anîn û erebe bombebaran kir.

Back to top button