Dagirkeran li navçeya Raco di nav zeviyan de heşîş çand

Ji bilî sûcên ku li dijî Efrîniyan pêktînin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Raco ya Efrînê heşîşê diçînin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên dewletaTirk a dagirker di nav zeviyên şêniyên navçeya Raco ya Efrînê de heşîş çand.

çeteyan li gundên Meydan Ekbes, Xirabê Slûk û Sorkê yên navçeyê jî, heşîş çand.

Beriya bi demekê li navçeya Şera jî, çeteyan kargeheke çêkirina madeyên hişbirê vekiribû.

Li gorî Malpera Afrînpost, kargeh di navbera gundên Mereskê û Qitmê de hatibû avakirin.

Li aliyê din, li gundê Bablîtê yê navçeya Cindirêsê, ji bo bazirganiya êzingan, çeteyên dagirkeriya Tirk 60 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Mihemed Musa, birîn.

Back to top button