Yûsif Kara: PDK bi hevkariyê MÎT’ê hewl dide Mexmûrê kontrol bike

Hevserokê Meclisa Gel ya Mexmûrê Yûsûf Kara jî got: “PDK hewl dide li gel MÎT’a Tirk Mexmûrê kontrol bike.”

Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yûsûf Kara jî têkildarî biryara vekişîna hêzên HPG û YJA Starê û şerê di navbera hêzên Iraqê û çekdarên PDK’ê de axivî.

Kara girêdayî vekişîna hêzên HPG û YJA Starê û şerê di navbera hêzên Iraqê û çekdarên PDK’ê de got:

“PDK’ê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê herem bê parastin hiştin.

Lê PKK’ê, nîşanî her kesî da ku tenê ew dikarin xwe li ber DAIŞ’ê bigirin û têk bibin. Vê yekê jî baweriyek mezin da gel.

8 sal li Çiyayê Qereçoxê ji bo hemû gelên li herêma Mexmûrê bûn hêvî.

Kara piştî vekişîna hêzên gerîla ji Wargehê û şerê di navbera hêzên Iraqê û çekdarên PDK’ê de jî wiha got,

“PDK bi hevkariya MÎT’ê hewl dide Mexmûrê kontrol bike.

Ji bo vê yekê jî li Çiyayê Qereçoxê bi artêşa Iraqê re şer dike.

Ger PDK li wir bicih bibe, ev yek wê xetereyeke mezin li ser ewlehiya kampê çêbike.”

Back to top button