NPG: Me hemû hêzên xwe yên li kampa penaberan a Mexmûrê vekişandin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê ragihand ku wan hêzên xwe gerîlayên HPG û YJS Starê bi temamî li wargeha şehîd rustem cûdî ya Mexmûrê vekişandiye û niha ti hêzên wan li wargehê nemaye.

Gerîlayên Azadiya kurdistanê dema çeteyên DAIŞ’ê 2014’an de êrişê Rojava, Başûrê kurdistanê kir li ser banga Rêber APO û gelê kurd hêz şand Kerkûk, Mexmûr, Duhok, Laleş, Şengal û Kobanê.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand ku wan hêzên xwe yê wargeha Mexmurê kêşand û got:

“Piştî ku me gelên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê parast, dema ku gelê me gihîşt wê astê ku karibe xwe bi xwe biparêze û êdî pêwîstî bi hêzên me nema,

“Ger careke din pêwîst bike em ê di her şertî de dîsa gelê xwe biparêzin”

weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê me hêzên xwe yên HPG û YJA Starê ji sala 2017-2018’an û pê ve dest bi vekişandinê kir ku ev yek jî tê zanîn.

Xeleka herî dawî ya vê qonaxa dîrokî hêzên me yên li kampa penaberan a siyasî ya Şehîd Rustem Cûdî yanî yên li Mexmûrê ye.

Rêveberiya tevgera me gihîşt wê encamê ku hêzên me yên li vê derê wezîfeya xwe temam kirine û biryar da ku hêzên me yên li Mexmûrê werin vekişandin.

Ji destpêka meha Îlonê û pê ve me hêzên xwe yên HPG û YJA Starê yên li vê derê ji ber ewlekariyê bi rengekî veşartî, rêxistinî û plankirî qonax bi qonax vekişandin Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Niha li Kampa Penaberan a Mexmûrê hêzeke me nemaye.”

NPG’ê diyar kir ku wan hêzên xwe li ser biryara rêxistina xwe qadê vekişandine û ti hêzek daxwaza vê yekê nekiriye.

“Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê me yê Mexmûrê bi karibe xwe biparêze”

NPG’ê derbarê mijarê de ji bo şêniyên wargeha mexmûrê jî ev nirxandin kir:

“Em di wê baweriyê de ne ku xelkê me yê Mexmûrê yê welatparêz ku xwe gihandiye hişmendiya demokratîk a neteweyî, mîna beriya niha û vir û şûnve jî wê bi rêxistiniya xwe ya sivîl xwe biparêze.

Lê belê eger di asteke hîn bilindtir de pêwîstî bi parastinê hebe, fedaiyên Apoyî di her şert û mercê de wê dîsa xwe bigîhînin qadê û wezîfeya parastina gelê xwe pêk bînin

Gelê me ku heta niha li ser rêya şehîdên leheng bexwedaneke dîrokî nîşan da, ji niha û pê ve jî wê berpirsyariya xwe di asta herî bilind de pêk bîne, em bi vê yekê piştrast in.”

Back to top button