Pompeo: Em amade ne ku bi Îranê re danûstandina bi şert bikin

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo diyar kir ku ew di her kêliyê de amade ne ku bi Îranê re danûstandina bi şert bikin.

Mîke Pompeo îro beriya ku ji Paytexta Esyûpiya berê xwe bide Erebistana Seûdî ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku ew amade ne bi Îranê re danûstandinan bikin, bi şerta ku Îranê rêbazê xwe biguhere.

Pompeo da zanîn ku ti niyeteke Amerîka nîne ku cezayên li ser Îranê birîne, sivik bike û wê zexta li ser Îranê bidome.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî jî diyar kir ku cezayên Amerîka bandora li ser aboriya Îranê kirine û ji saziyên Îranê xwest ku ji bo çareseririna pirsgirêkê û derbaskirina bandora cezayan, kar bikin.

Rûhanî destnîşan kir ku tevî hemû kirinên Amerîka lihevkirina nûklerî hîna jî zindî ye û got:

“Eger Îran di rewşeke lewaz de be, ma çima Amerîka ji me re namyan dişîne ku ewê danûstandinan bi me re bike.”

Back to top button