Li Yemenê li dijî karwana Wezîrê parastinê êrîşek pêk hat, 6 leşker mirin

Li Yemenê li ser riya ku karwanê wezîrê Parastinê tê re derbas dibû, mayînek teqiya. Di encamê de 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî çavkaniyên ji hikûmeta Yemenê dema ku Wezîrê Parastinê Mihemed Elî El-Meqdişî, serdana eniya şer dikir, mayîna ku li ser rê hatibû bicikirin, teqiya.

Di encamê de 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û hinek jî birîndar bûn.

Elî El-Meqdişî dixwest serdana eniyên şer ên li rojavayê Meirib ku di bin serweriya hikûmetê de ye, bike.

Piştî ku di meha Çile de li dijî baregehe artêşa Yemenê êrîş pêk hat û bi dehan leşkeran jiyana xwe ji dest dan, li eniya Meirib şer gur bû.

Back to top button