Parêzer Bîlmez: Heke hiqûq hebe bila pêşî li Îmraliyê pêk were

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku li Îmraliyê zordestî cihê hiqûqê girtiye û got:
“Kesên ku tecrîda li ser muwekîlê me Abdullah Ocalan tê meşandin nabînin û nabe qala hiqûqê bikin. Li Tirkiyê zordestiyê cihê hiqûkê girtiye.”

Çalakiyên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO hatine destpêkirin, didomin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez der barê tecrîdê û rewşa Rêber APO de axivî.

Îbrahîm Bîlmez: Heke hiqûq nîn be zordestî heye

Bîlmez destnîşan kir ku di cîhanê bi giştî de mînaka tecrîda li Îmraliyê tê kirin nîne û got:

“Ji 25’ê Adara 2020’an ve em tu agahî ji muwekîlên xwe birêz Ocalan nagirin.

Rewşeke bi vî rengî li tu dewleteke girêdayî hiqûqê ye nayê dîtin.

Zordestiya li Îmraliyê cihê hiqûqê girtiye.

Heke hiqûq nîn be, zordestî heye.”

Îbrahîm Bîlmez: Dema mijar dibe Îmralî hiqûq bi carekê tune tê hesibandin

Bîlmez diyar kir ku ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin tu cih nemaye ku serî lê nedane û wiha pê de çû:

“Lê her dem hewlên me bê encam mane.

Dema mijar dibe Îmrali hiqûq bi carekê tune tê hesibandin.”

Îbrahîm Bîlmez: Tirkiyê guh nade qanûnê

Bîlmez eşkere kir ku piştî erdhejên Gemlîkê jî wan gelek hewldan kirin ku tiştekî li ser rewşa Rêber APO bizanibin lê dîsa jî hewlên wan bê encam man û wiha anî ziman:

“Li hemû girtîgehan mafê lêgerîna xizmên xwe hat dayîn, ev maf tenê li Îmraliyê pêk nehat.

Mafê axaftina bi telefonê jî zêde dîtin.

Ji bo bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, ji bilî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê-DMME, me 2 sal berê me serî li Komîteya Mafên Mirovan a NY jî dabû.

Komîteya Mafên Mirovan a NY biryara tedbîrê dabû, lê Tirkiyê ev biryar bi cih neanî.

Piştî ku me agahî da NY ku ev biryar bi cih nehat, dîsa biryara tedbîrê hat dayîn, lê dîsa nehat cîbicîkirin.

Ev tê wê wateyê ku tirkiyê guh nade qanûnê.

Ev rewş dibe sedem ku Tirkiye dê ji pergala Ewropayê derkeve yan bê derxistin.”

Îbrahîm Bîlmez: Divê her kes li dijî zilma li Îmraliyê tê kirin derkeve

Bilmez anî ziman ku ne pêkan e ku bêdengiya li hemberî tecrîda Îmraliyê were fêhmkirin û ev bertek nîşan da:

“Kesên ku tecrîda li ser Birêz Ocalan nabînin, nabe behsa hiqûqê bikin.

Ev ne tenê pirsgirêka Kurdan e, her wiha pirsgirêka kesên ku ji xwe re dibêjin sosyalîst, demokrat û her kesên ku derdekî wan bi hiqûqê re heye.

Em ê careke din serî li Wezareta Edaletê bidin.

Divê herkes li dijî zilma li Îmraliyê tê kirin derkeve.”

Li Silêmaniyê pêngava xwendina pirtûkên Rêber Apo dest pê kir

Back to top button