Li Silêmaniyê pêngava xwendina pirtûkên Rêber Apo dest pê kir

Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” roj bi roj belav dibe.
Di vê çarçoveyê de li bajarê Silêmaniyê pêngava xwendina pirtûkên Rêber Apo dest pê kir.

Çalaki li parka Azadî ya Silêmaniyê hat lidarxistin.

Gelek çalakvan, rewşenbîr û dehan welatî beşdarî pêngava xwendina pirtûkên Rêber Apo bûn.

Pêngav bi xwendina pirtûkên, Sosyolojiya Azadiyê, Şaristaniya Demokratîk û pirtûkên din destpê kir.

Di çalakiyê de, kesên axivîn bal kişandin li ser girîngiya fikir û ramanên Rêber Apo.

Û ji bo çaresiriya pirsgirêka Kurd û aloziya li Rojhilata navîn banga azadiya fîzîkî a Rêber Apo kirin.

Back to top button