Li Rojavayê Iranê ji ber teqîna tûpeke xazê, zêdetirî 200 kesî birîndar bûn

Ji ber teqîna cereyê Xaza kilorê li Rojavayê Iranê, zêdetirî 200 kesî birîndar bûn..

Duh li parêzgeha Îlam a Rojavayê Îranê, tûpa Xaza kilorê ku li ser barhilgirekê bû teqiya..

Ajansa Arna ya Îranê da zanîn ku ji ber teqînê, 217 kes li gundê Zencîrê Eliya birîndar bûn.

Li gorî ajansê, ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye û ev qeza ji ber xemsariya şofêrê barhilgirê pêk hat.

Her wiha hemû birîndar ji bo nexweşxaneyên Îlam û Serabil hatine rakirin.

Tê zanîn ku di meha borî de teqînek herî mezin li navenda tenduristiyê li Tehranê pêk hat û 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button