Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê li gundewarên başûrê Idlibê careke din êrîşî hev kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumetê û çeteyan li gundê Filêfil ê başûrê Idlibê û devera Kefer Te’al li rojavayê Helebê êrîşî hev kirin.
Çavdêriyê duh diyar kiribû ku li gundê El-Bara yê başûrê Idlibê, di encama teqîna mayînên çandî de, 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Li gel êrîşên domdar jî, balafirên keşfê ên Rûsya û yên Tirkiyê, li asmanê Idlibê degerin.