Artêşa Tirk gundên Minbicê topbaran kirin-3 Zarok birîndar bûn

Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” destpêkir, pêre êrişên dagirkeriyê ên dewleta Tirk û çeteyên wê destpêkirin.
Dagirkeran gundên Minbic, Til Temir, Eyn Îsa, Zirgan, Şehba û Til Rifatê kirin armanca êrişên xwe.
Îro jî dagirkeran gundên Minbicê Topbaran kirin 3 zarok birîndar bûn.
Her wiha dewleta tirk bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê “çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam” li xeta Minbicê bi cih kir.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan dan û bi dehan çete hatin kuştin.

Êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hemwextî operasyona Xurtkirina Ewlehiyê zêde bûn..

Dewleta Tirk û çeteyên xwe bi êrişan, welatiyên sivîl dikin armanc.

Îro jî gundên bajarê Minbicê, bi dijwarî hatin topbarankirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Tehnê yê rojavayê Minbicê topbaran kir.

Di encamê de 3 zarok ji heman malbatê bi giranî birîndar bûn.

Wîam El Casim (15), Celal El Casim (14) û Îbrahîm El Casim (12)

Zarok li Nexweşxaneya Berkel a Minbicê tên dermankirin.

Endamê rêveber ê Nexweşxaneya Berkel Ehmed El Elî got:

“Vê sibê, ji ber êriş û topbarana dijî Minbic û gundên wê 3 zarokên hatin nexweşxaneyê.

Hema yekser derbasî odeya emeliyetê hatin kirin.

Niha her 3 zarok di odeya venêrînê de ne.

1’ê Îlonê jî di toparana dagirkeran a li dijî gundên Minbicê de 4 zarok ji heman malbatê şehîd bûn.

Li Minbicê bi dehan çete hatin kuştin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî êrişeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li rojavayê Minbicê têk bir.

Li gorî çavkaniyekî leşkerî, bi dehan çete hatin kuştin.

Her weha gelek maşîne û cebilxaneya çeteyan jî hat desteserkirin.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li derdora Minbicê bi cih dibin

Li aliyê din, Meclisa Leşkerî a Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker piştî gundên rojava û bakurê Minbicê ji niştecihên wê vala kirin, çeteyên koma bi navê Heyet Tehrîr El Şam lê bi cih kirin.

Li gorî daxuyaniyê, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li derdora bajarê Minbicê, bi taybetî gundên Yaşlî û Şêx Nasir ku 19 km dikevin bakurê rojavayê Minbicê, bi cih bûne.

Hat diyar kirin ku deverên çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê lê hatine bicihkirin, ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.

Çeteyên DAIŞ jî beşdarî êrişên li dijî Minbicê bûne

Çeteyên DAIŞ’ê jî di êrişên li dijî Minbicê de cih digirin.

Di dîmen de xuya dike gelek çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” û çeteyekî din bi cilê leşkerî û di dest de ala DAIŞ’ê heye.

Ev dîmen vê sibê li rojavayê Minbicê hatiye kişandin.

Back to top button