Li Efrînê, hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber dewam dike.
Li Navçeya Cindirêsê, dagirkeran jineke temenmezin revand û birine cihekî ne diyar.
Her wiha bi destpêkirina mewsima zeytûnan, çeteyan dest datînin ser berhemên zeytûnê û bacan ferz dikin.
Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya Dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dikin.
Jin, zarok, kesên temenmezin û heta bi dar û berên Efrînê ji hovîtiya çeteyên Dewleta Tirk bê par namînin.
Ajansa Hawarê ragihand ku MÎT a Tirk duh jineke temenmezin ji Navçeya Cindirêsê revand û ew birin cihekî ne diyar.
Hate gotin ku MÎT a Tirk jina bi navê Sûreya Berekat ya 65 salî bi sedema ku berê bi rêveberiya Xweser a Efrînê re kar dikir, ew revand û heta niha jî çarenûsa wê ne diyar e.
Revandina xelkê Efrînê ya bi sedemên bêbingeh bûye karekî rojane ya dewleta Tirk û çeteyên wê.
Armanc jî ew e ku zextê li ser xelkê ku li Efrînê mane bikin da ku ji Efrînê bidin koçberkirin.
Ji destpêka sala 2021’an û heta niha 451 kes hatine revandin
Li gorî Navneda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê, tenê ji destpêka sala 2021’an û heta niha, çeteyan 451 kes revandine.
Li kêleka revandinê, dizî û talana malûmilk û daran jî dewam dikin.
Malpera Efrîn Post ragihand ku çeteyên El-Sultan Murad mûsima zeytûnê ya 60 daran ya welatiyê bi navê Ehmed Mihemed yê ji gundê Kûtana a navçeya Bilbilê, talan kir.
Çeteyên ku navê sultan Murad li xwe kirine, dest danîne ser zêdetirî 37 hezar darên zeytûnê.
Her wiha di dema çinîna zeytûnan, de ji 15% bac distînin.
Çeteyan li gundê Qazindepê, 300 darên zetûnê, 100 darên beîfan jî birîn.
Di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de jî , Dewleta Tirk û çeteyên xwe serî li hemû rê û rêbazan didin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku deweta Tirk û çeteyên wê kurdên li Efrînê mane neçar dikin ku malûmikên xwe bifroşin rêxistinên ji Kendava Erebî.
Li gel vê jî welatiyan direvînin û di berdêla berdana wan de pereyan dixwazin da ku ku wan tengav bikin û neçar bikin koçber bibin.