Dewleta Tirk gundên Girê Spî û Eyn Îsayê topbaran kirin

Li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê îro jî dewam kirin. Dagirkeriya Tirk bi çekên giran êrîş birin ser gundên herêmên Girê Spî û Eyn Îsayê.

Leşekrên artêşa Tirk û çeteyên wê di saetên şevê de ji gundên Elo ya Mezin û Elo ya Biçûk yên Girê Spî gundê Qizelî bi obusan topbaran kir.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran gundê Erîda yê Girê Spî topbaran kir.

Têkildarî encamên topbaranê agahî bidest neketin.

Dagirkeriya Tirk di saetên nîvro de jî gundê Xalidiyê û rawestgeha Sêgir a ku 3 km li rojavayê navçeya Eyn Îsayê ye, topbaran kirin.

Hemwextî topbaranê balafirên bê mirov ên dewleta tirk li ser Eyn Îsayê digeriyan.

Leave a Reply

Back to top button