Li Kerkûkê li dijî tundiya li ser jinê semîner hat dayîn

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de, li avahiya Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) ya Kerkûkê semînerek hat dayîn.

Di semînerê de çalakvana mafên jinan û endama RJAK’ê Şadî Semed axivî .

Şadî Semed anî ziman ku dagirkeran bi rêya televizyon û rêzefîlman li vê herêmê hişmendiyê xwe ferz dikin û got:

“Armanca desthilatê ewe ku beşê herî girîng yê civakê ku ew jî ciwanin û di hemû guhertinan de xwedî rolin, bêhiş û mat bikin. ”

Di dawiya semînerê de endama RJAK’ê Şadî Semed bal kişand li ser êrîşên dagirkeriyê û got:

“Ew topbaran, bombebaran û êrişên rojane ji aliyê dagirkeriyê ve li dijî gelê me têne kirin,

bi heman hişmendiyê ev êrişane bi awayên cuda li dijî jinan jî têne kirin.”

Xelkê herêma Firatê li dijî tundiya li ser jinê meşek lidarxistin

Back to top button