Çekdarên nenas êrîşî rûspiyekî êla El-Şiêtat kir û ew birîndar kir

Li Dêrazorê çekdarên nenas careke din rûspiyekî êla El-Şiêtat rastî êrişeke çekdarî hat.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, îro bi nîvro çekdarên nenas ku li motorsîklêtan siwar bûbûn, gule li erebeya yek ji şêxên êla El-Şiêtat şêx Nasir El-Tiramî û rûspiyekî êla Ceîdîd Igêdat yê bi wî re barandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêra Zorê ragihand ku di encama êrîşê de şêx Nasir El-Tiramî û rûspiyekî êlên bajarokê Igêdat birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê.

Beriya vê êrîşê jî gelek rûspî û şêxên êlên herêmê rastî êrîşên çekdarî û bûyerên qetilkirinê bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê û tirsandina şêniyan, hatibûn.

Back to top button